Venezûela û Kolombiya daxwaza peymaneke koçberiyê ji DYE'yê dikin

Serokdewletên Kolombiya û Venezûelayê ji bo rawestandina koçberiya ji daristana Darîen a metirsîdar a ber bi DYE'yê, dixwazin bi Washîngtonê re li hev bikin.

Serokdewletê Kolombiyayê Gûstavo Petro li Caracasê bi hempîşeyê xwe yê Venezûelayî Nîcolas Madûro re hevdîtinek kir. Petro piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û daristanên li Darîenê weke 'rêgeheke ku divê ti mirov jê derbas nebin' pênase kir û diyar kir ku ji bo rawestandina koçberiya li daristanên Darîenê ew hewl didin bi DYE'yê re li hev bikin.

Petro got, "Divê em bi DYE'yê re li hev bikin" û bang li Washîngtonê kir ku alîkariya aborî bi koçberan re bike.

Herdu serokdewletan daxuyaniyeke hevpar dan û anîn ziman ku wan bernameyek piştgiriya bi koçberan re û vegera li welatê xwe pêşniyar kirine.

Serokdewletê Kolombiyayê got, "Kolombiya dixwaze ji avakirina vê 'vegera koçberiyê' re bibe alîkar. Biryara xwe çi dibe bila bibe, DYE divê piştgiriya vê yekê bike."

Nîcolas Madûro jî ev yek weke 'lihevkirineke girîng' pênase kir.

Daristana Darîenê ji bo koçberên ku dixwazin xwe bigihînin Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê weke rêgeheke herî metirsîdar tê naskirin. Di vê rêgehê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji destpêka salê heta meha Cotmehê 458 hezar kes ji vê rêgehê derbas bûn. Hate ragihandin ku hejmara par a koçberên ji vê rêgehê derbas bûn 200 hezar kes bû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî piraniya van koçberan jî ji Venezûelayê bi rê ketin. Lê belê Caracas vê hejmarê qebûl nake. Li gorî texmînan, piştî ku Nîcolas Madûro bû desthilatdar, zêdeyî 2.8 milyon Venezûelayî li Kolombiyayê dimînin.