Vegerandina dîroka Efrîkî ya ku hatiye dizîn tê gotûbêjkirin

Gotûbêja li ser vegerandina bi deh hezaran berhemên dîrokî û çandî ku Fransayê ji welatên Efrîkî yê ku mêtinger kiribûn û ew desteser kiribûn, dibe ku li gelek welatên Ewropî biryareke wiha bi xwe re bîne.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron biharî bi daxuyaniyekê gotibû ew dixwaze dawî li rêça talanê ya welatê xwe ya rabirduya mêtingeriyê bîne. Macron diya kiribû ew dixwaze ku bi deh hezaran berhemên li mûzeyên Fransayê li welatên Efrîkî werin vegerandin.

JI EFRÎKAYÊ 90 HEZAR BERHEM HATIN DIZÎN

Fransayê heta salên 1960'i li gelek welatên Efîkayê li gel serweriya mêtingeriyê bi deh hezaran berhem jî desteser kiribû û anîbû Ewropayê. Dîrokzanê hunerê yê Fransiz Benedîcte Savot û nivîskarê Senegalî Felwîne Sarr raporek hazir kirin û li şertên vegerandina berhemên desteserkirî kontrol kirin.

Hate tespîtkirin ku di navbeyna salên 1885-1960'î de 90 hezar berhemên dîrokî ji Efrîkayê birine Fransayê, tê destnîşankrin ku 70 hezar ji van li Mûzeya Quaî Branlyê ne.

Di raporê de, ku bi peywirdarkirina Macron hate hazirkirin, tê gotin ji bo ku berhemên dîrokî li Efrîkayê werin vegerandin divê welat bi fermî daxwazê bikin.

Herî dawî di daxuyaniyekê de ya li ser navê Macron hatibû ragiandin ku biryar hatiye standin ku 26 berhemên dîrokî yên ku 1892'an ji Benînê anînbû, li ser daxwazê paş de dane wan.

Tê payin ku biryara Macron bandor li Elmanya, Belçîka, Brîtanyaya mezin jî bike û li van deran jî nîqaşên ji bo vegerandina berhemên dîrokî yên Efrîkayê were gotûbêjkirin.