UNRWA: Xelkê Fîlîstînê di nava koçeke timî û bêdawî de ye

Dîrektorê Ajansa Penaberan a Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini li ser X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku xelkê Fîlîstînê di nava koçberiyeke timî û bêdawî de ye û nerazîbûn nîşan da.

Philippe Lazzarini got, "Xelkê Fîlîstînê di nava koçberiyeke timî û bêdawî de ye" û wiha dewam kir: "Sivîlên Fîlîstînî bi dehan salan di nava şerekî giran de man. Rojên dawî li başûrrojavayê Xezeyê zêdeyî 75.000 mirov ji cih û warê xwe bûn."

XELKÊ FÎLÎSTÎNÊ DI XEFIKÊ DE ASÊ MA YE

Lazzarînî her wiha got, "Rayedarên Îsraîlê ji bo mirov hîn bêhtir ji cih û warê xwe birevin, bi şev fermanên nû weşandin. Hinekan ji wan karîbûn tenê rahêjin zarokên xwe, hinek jê jiyana wan bi temamî di nava çenteyekî biçûk de ye. Diçin cihên qelebalix û stargeh bi malbatan tijî bûne. Her tiştên xwe jid est dan, pêwîstiya wan bi her tiştî heye."

Serokê UNRWA'yê di dawiya axaftina xwe de got, "Ji şerên din cudatir xelkê Xezeyê di xefikekê de asê ma ye."

WEZÎRÊ RASTGIRÊ TUND: BILA XEZE BI TEMAMÎ BÊ DAGIRKIRIN

Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir ê alîgirê tundiya zêde ye, li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek weşand û banga 'Bila temamiya Şerîda Xezeyê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bê dagkirin' kir.

Ben-Gvir got, "Divê em koçberiyê teşwîq bikin û ji bo karibin xaka Şerîda Xezeyê heta bi hetayê kontrol bikin, divê em dagir bikin."