UNICEF: Xemsarî tê wateya pejirandina kuştina zarokan

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) nerazîbûn nîşanî bidawîbûna agirbesta Îsraîl û Hamasê da û "Yên ji bo Xezeyê biryara qetilkirina zarokan ji nû ve didin” şermezar kir.

Berdevkê UNICEF’ê James Elder li Xezeyê bi vîdeoyek ji rojnamevanên li Cenevreyê re axivî û wiha got, “Bêçalaktî di esasê xwe de, kuştina zarokan erê dike.” 

Elder got, "Li dijî gelê Xezeyê êrîş ji bilî komkujiyê ne tiştek dine, ger tiştek dijberî vê yekê bê fikirîn bêberpirsyariye.”

Elder her wiha di vîdeoyek ku li nexweşxaneyeke Şerîda Xezayê hatiye kişandin, bêyî ku diyar bike ka kîjan nexweşxaneye got, ''Ev şer şerek li dijî zarokan e'' û nerazîbûna xwe nîşan da.

Di vîdeoya ku saetek piştî bidawîkirina agirbestê li ser înternetê hat weşandin de got, "Em dengê topbaranê dibihîzin, êrîş li herêmek ku bi qasî 50 metre dûrî vêderê ye pêk hat."

Elder di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ev nexweşxane, yek ji nexweşxaneya herî mezin e û bi kapasîteya ji sedî 200 di faeliyetê de ye. Ji ber rêjeya wê tejîbûye ew nikare êdî zarokên di şer de birîndar bigire. Li her derê, li herêmek ku 50 metre dûrî vir e û tê bombebaran kirin zarok radizên.”

Berdevkê UNICEF’ê, destnîşan kir ku yên xwedî bandor bi neketina tevgerê re, rê li ber mirina zarokan vedikin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Guterres roja Înê di peyamek xwe ya li ser X’yê (bi navê berê Twîtter) weşand de got ku, ji ber piştî agirbesta çend rojan ji nû ve operasyonên leşkerî hatine destpêkirin ‘ew gelek xemgîn bûye.”

Guterres got, “Ez hêvîdar im agirbesta ku berê hatiye avakirin ji nû ve pêk bê. Ji nû ve destpêkirina pevçûnan, girîngiya agirbesta mirovî ya rastîn nîşan dide.”