UNICEF: Li Sûriye û Tirkiyeyê bandor li ser zêdeyî 7 milyon zarokan çêbû

Fona Alîkariya Lezgîn a Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku di erdheja ku navenda wê Mereşê de bandor li ser zêdeyî 7 milyon zarokan çêbûye.

Berdevkê UNICEF’ê James Elder di civîna li Cenevreyê lidar xist de, diyar kir ku li Tirkiye û Sûriyeyê zêdeyî 7 milyon zarok ji erdhejê bandor bûne.

Elder wiha got: “Li 10 herêmên li Tirkiyeyê ku ji erdhejê bandor bûne, hejmara zarokên bandor bûne derket 4,6 milyonan. Li Sûriyeyê jî 2,5 milyon zarok bandor bûne.”

WHO: KARESATA HERÎ XIRAB A SEDSALEKÊ

WHO’yê jî ji bo erdheja 6’ê Sibatê qewimî ku navendê wê Mereş e, wiha got: “Erdheja herî xirab a di sedsalekê de qewimiye.”

Midûrê WHO’yê yê Ewropayê Hans Klûge got ku ew hîna mezinahiya bandora vê erdhejê dipîvin.