UNICEF: Li Efrînê zarok tên kuştin!

UNICEF’ê ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê de gelek zarok hatine kuştin û banga rawestana êrîşan kir.

Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bal kişand ser êrîşên qirker ên li ser Efrînê û Rojhilatê Gutayê.

‘GELEK ZAROK JIYANA XWE JI DEST DA Û BIRÎNDAR BÛNE’

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser kirîza mirovî ya li Rojhilatê Gutayê û bal kişand ser Efrînê ya ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser dom dike. UNICEF’ê diyar kir ku di êrîşên li ser Efrînê yên ji bo valakirina bajêr de gelek zarokan jiyana xwe ji dest dane.

‘METIRSIYA ŞEWBA NEXWEŞIYÊN HEYE’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrîşên 10 rojên dawî de çavkaniyên avê hatine qûtkirin û wiha hate gotin: “Li Efrînê bi awayekî cidî pirsgirêkên avê derdikeve. Ji ber vê 250 mirov bi metirsiya şewba nexweşiyên cuda cuda re rû bir û ne.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li gorî çavkaniyên herêmî diyar dikin, di encama êrîşên artêşa Tirk de piranî navendên tenduristiyê jî di nav de dibistan hatine hilweşatin.” Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan sivîl neçar man ku ber bi navenda Efrînê ve koç bikin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li gorî agahiyên ji çavnakaniyên herêmê hatin girtin, nêzî 50 herzar welatiyên sivîl koçî navenda Efrînê kirine. Li bajêr li gel malên xizm û dostan dibistan û dikan tije bûne.”

‘PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYA LEZGÎN HEYE’

Di daxuyaniyê de bal kişand ser kesên ji navenda Efrînê ber bi Helebê ve ketibûn rê û got: “UNICEF çûn serdana van kesan. Hinek li mizgeftan û li kolanan bi alîkariyên sînordar dijîn. Bi lezgînî pêwîstiya alîkariyê divê ji bo van kesan divê bê kirin.”

‘ÊRÎŞ ALÎKARIYÊN ME ASTENG DIKE’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku UNICEF ji 11’ê Adarê ve pêwîstiya avê ji bo Efrînê şandiye û got: “Ev alîkarî ji ber êrîşên li ser Efrînê ve hate astengkirin.” Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser alîkariyên UNICEF’ê ya ji bo Efrînê, hate gotin ku bi êrîşên li ser navendê ve ev alîkarî jî hatiye ber rawestînê.

 ‘ÊRÎŞAN RAWESTÎNIN’

UNICEF ragihand ku ji bo alîkariyên mirovî ji bo Efrîn û herêmên din bişîne banga rawestandina êrîşan kir.