UNÎCEF: Bi Covîd-19'ê re her roj dibe ku 6 hezar mirov bimirin

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) diyar kir têkoşîna bi vîrûsa koronayê re li welatên hejar dibe ku rê li ber encamên kambax veke û 6 mehan her roj dibe ku 6 hezar zarok bimirin.

Di daxuyaniyê de ya ku UNÎCEF'ê dayî, ji sê senaryoyan ku di lêkolîna zanîngeha Emerîkayê Johns Hopkîns de pêşbiniya wan hatiye krin, ya herî xirab hatiye destnîşankirin.

Di lêkolînê de astengbûna mafên tendiristiyê ya ji ber hewldana têkoşînê ya li dijî berbelavbûna Covîd-19'ê hate destnîşankirin, li gorî lêkolînê li 118 welatan di nav 6 mehan de dibe ku 1,2 milyon zarokên ku temenê wan kêmî 5'an be bimirin.

Li eynî welatan ji bilî van mirinan serê şeş mahan temenê wna kêmî 5an 2,5 milyon zarok dimirin.

Di daxuyaniya UNÎCEF'ê de tê diyarkirin di 6 mehên bê de ji ber kêmbûna tedawiyê ya beriya zayinê û piştî zayinê dibe ku 56 hezar û 700 jin jî bimirin. Di rewşa berdest de di nîv salê de 144 hezar jin ji ber van problaman dimirin.

Midûra UNÎCEF'ê Henrîetta  Fore got ev bîlanço bi pêşketina bi dehan salan a ji bo kêmkirina mirina zarokan û jinan wê li ber avê bibe.

Fore diyar kir divê destûr neyê dayin ku jin û zarok bibin qurbana têkoşîna dijî virûsê.

Li gorî lêkolînekê ya di kovara The Lancet Global Healtê li wan welatan ku pergala wan a tendiristiyê kêm e, zincîra peydkirina dermanan û bidestxistina zad asteng dike, li ser kanên mirovî û darayî zextê çêdike.