Tûra duyemîn a hilbijartinên li Ekvatorê di 11'ê Nîsanê de ye

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokdewletiyê de yên li Ekvatorê, wê di navbera ekonomîst Andres Araûz ê 36 salî namzetê rastgir Gûîllermo Lasso de di 11'ê Nîsanê de pêk werin.

Tûra duyemîn a hilbijartinên serokdewletiyê yên Ekvatorê wê di 11'ê Nîsanê de pêk werin. hilbijartin wê di navbera Andres Araûz ê 36 salî û namzetê rastgir Gûîllermo Lasso yê 65 salî de pêk were.

Di tûra destpêkê de Araûz ji sedî 32.72, Lasso ji sedî 19.74 û namzetê çepgir ê gelê xwecihî Yakû Perez jî ji sedî 19.39 ê dengan wergirtibûn.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind encamên nefermî yên hilbijartina serokdewletiyê yên 7'ê Sibatê ragihand. Desteya Hilbijartinê ya Bilind diyar kir ku tûra duyemîn a 11'ê Nîsanê wê di navbera Araûz û Lasso de bê kirin. Namzetê gelê xwecihî Yakû Perez ragihand ku di hilbijartinê de karên ne li rê hatine kirin.

Namzetê ku di tûra duyemîn de bi ser bikeve wê bikeve şûna serokdewletê heyî Lenîn Moreno.