Tundiya polîsan a li Gallerê kete rojeva meclîsê

Êrîşa polîsan a li bajarê Newport ê Gallerê ku dawiya hefteyê li dijî aktîvîstên Kurd pêk hatibû, kete rojeva Meclîsa Gallerê. Parlamentera Plaîd Cymrû Bethan Sayed ji hikumetê daxuyaniyek xwest ji bo careke din polîs bi vî rengî tevnegere.

Ji bo piştevaniya Îmam Şîş ê ji 17'ê Kanûna 2018'an ve li bajarê Newport ê Gallerê di greva birçîbûnê de ye, komek ji aktîvîstan ji Londonê ber bi Newportê ve dest bi meşeke dirêj kiribûn, lê belê ji aliyê polîsên Newportê ve hatibûn astengkirin. Ji ber astengiya polîsan tengezarî rû dabû.

Parlamentera Plaîd Cymrû Betham Sayed di rûniştina doh a meclîsê de pêşnûme pirsek li hikumetê kir. Sayed xwest, rûniştineke taybet a meclîsê ji bo nîqaşkirina têkiliya navbera polîsan û civakê bê kirin ku bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin.

Sayed got, "Min gelek caran tiştên bi serê gelê Kurd ve tê li vê meclîsê anî ziman. Dawiya hefteyê li Newportê meşeke aştiyane hebû. Min li wêneyan û dîmenan temaşe kir. Min helwesta polîsan a li dijî çalakgeran dît. Kurd polîtîkayên rejîma otorîter a li Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan protesto dikin.

Nêzîkatiya polîsên li vî welatî li çalakiyeke bi vî rengî aştiyane, ez tirsand. Lewma divê teqez li ser vê yekê rûniştineke meclîsê bê kirin û mijar bê nîqaşkirin. Di heman demê de piştî vê bûyerê min di hin organên medya civakî de şîroveyên bi vî rengî dît, 'Bila biçin welatê xwe çalakiyan bikin'. Eger li Tirkiyeyê ev şert û merc hebûya ji xwe piraniya van çalakgeran îro ne li vir bûn. Gelo hûn zanin bê li Tirkiyeyê berdêla parastina mafên Kurdan çi ye? Girtîgeh e, êşkence ye. Daxwaza min ji we ew e ku polîs bi civaka Kurd a li vir re têkiliyeke erênî deyne û ji bo bûyerên bi vî rengî dubare nebin, daxuyaniyekê bidin."

'DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN'

Sayed ji bo Kurdên li Sûriye û Tirkiyeyê ji ber êrîşan banga piştgiriyê kir û got, "Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan hem li Tirkiyeyê, hem jî li Sûriyeyê dewam dikin. Ji ber vê yekê ne tenê bi Kurdên li vir re, di heman demê de divê em bi Kurdên li welatê xwe jî piştgiriyê bikin."

'YA PÊWÎST ÇI BE EM Ê BIKIN'

Wezîr Rebecca Evans bi navê hikumetê bersiv da û anî ziman ku di hevdîtina bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê re wan mijar anîne rojevê, der barê nêzîkatiya polîsan de jî; nêzîkatiyê wê dixe nava fikaran û wê bi organên pêwendîdar re mijarê nîqaş bikin.

Evans got, "Wezîrê me yê têkiliyên navneteweyî di demeke nêz de bi Sefîrê Bilind ê Tirk re rûnişt û li ser van mijaran axivî. Em dibînin dema dawî êrîşên polîsan ên li dijî mirovan zêde bûne. Em ji ber vê yekê bi fikar in. Haya me ji rewşê heye. Ez ê careke din bi hevalên xwe re vê mijarê bixim rojevê û bikim ku hikumet di vê mijarê de agahiyên pêwîst bide."