Trump wê zexta bi baca gumrukê li Çînê neke!
Serokê DYE'yê Donald Trump gelek caran gotibû ku wê bi rêya bacê zexteke giran li Çînê bike ku ji aliyê aborî ve hevrikê wê yê herî mezin e. Lê ji van gotinên xwe vegeriya.
Serokê DYE'yê Donald Trump gelek caran gotibû ku wê bi rêya bacê zexteke giran li Çînê bike ku ji aliyê aborî ve hevrikê wê yê herî mezin e. Lê ji van gotinên xwe vegeriya.
Şeva Pêncşemê di qenala Fox News de, hevpeyvînek a bi Trump re hate weşandin. Di hevpeyvînê de ji Trump hate pirsîn ku wê bi lîderê Çînê Şi Cinping re têkildarî Tayvan û bazirganiyê peymanekê çêbike yan na.
Trump got, “Ez dikarim vê yekê bikim, ji ber ku di destê me de tişteke ku ew dixwazin heye, xezîneyek me heye.”
Trump diyar kir ku ew ê pêkanîna baca gumrukê ya li ser Çînê tercîh neke û got, "Li ser Çînê hêzeke me ya mezin heye, ev baca gumrukê ne û ew vê naxwazin. Û ez jî naxwazim ku neçar bibim vê bi kar bînim. Lê belê, ev li ser Çînê hêzeke mezin e.”
Roja Duşemê dema Trump hat ser wezîfeyê, ragihandibû ku dibe heya 1’ê Çileyê li hemberî îthalata Çînê ji sedî 10 baca gumrukê bikeve dewrê. Di dema kampanyaya hilbijartinê de jî qala rêjeyeke qasî ji sedî 60 kiribû.
Roja Înê li ser pirseke têkildarî van daxuyaniyan, Çînê anî ziman ku lihevnekirinên bazarî yên bi DYE’yê re, dibe bi rêya “diyalog û îstişareyê” bên çareserkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning Pekin jî di civîna çapemeniyê ya awarte de got, “Hevkariya ekonomîk û bazarî ya di navbera Çîn û DYE’yê de, sûdê dide her du aliyan.”