Serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) Donald Trûmp ragihand ku serdana ji aliyê Wezîrê Karê Derve Mîke Pompeo ve ku hefteya pêşiya me bi Koreya Bakur re pêk bîne hatiye betalkirin. Trûmp ê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev serdan ji ber di Koreya Bakur di warê tinekirina nukleerî de ti pêşketin pêk neaniye hatiye betalkirin.
Trûmp bibîr xist ku Çîn a di mehên dawî de ji ber baca gumrikê ya zêde ku di nava nakokiyan de ye di mijar Koreya Bakur de nabe alîkar.
Ji ber bernemayên Nukleer û fuzeyên balîstîk kirîza di navbera Koreya Bakur de bi hevdîtina 12’ê Hezîranê ya li Sînpagûr li rêya çareseriyê hatibû gerandin. Piştî hevdîtina di navbera Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp û Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn şûn de rêveberiya Pyongyang dîmenên têkildarî tinekirina testîsên ceribandinên nukleerî parvekiribû.