Trûmp têkilî 'jiyana sirûştî' yasaya girîng qebûl kir

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp ku derheqê iklîmê bi helwestên 'gumanbar' û lihevnekir e, yasaya ji bo parastina qadên jiyana sirûştî ya li welêt pejirand.

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp yasaya têkiî fonan ên ji bo parastina jiyana sirûştî, ku beriya niha dixwest ku kêm bike, pejirand. Yasaya ku Trûmp pejirandî ji bo parastina parkên netewî yên li welêt, qadên sirûştî û seyranê derdora 3 milyar dolarî fonê vediqetîne.

Yasaya bi navê, ''Great Amerikan Outdoors Act'' pêşbîniya wê dike ku salê 900 milyon dolarî ji bo LWCF'yê veqetîne, ku weke fona parastina bejahî û avê tê zanîn. Yasa hewce dike ji bo başkirina parkên netewî, daristan û qadên jiyana berî û daristanan salê 1,9 milyar dolar were veqetandin.

Trûmp ji bo yasayê her çendî weke ''dîrokî'' bibêje jî muxalîf dibêjin tevahiya pereyên ku hatine terxandin, ku derdora 3 milyar dolarî dike, wê têrê neke.

Li ser medyayê di hin şîroveyan de Trûmp ji bo ku desteka xwe ya li eyaletên Colorado û Montana ji dest nede,  ku ev der wê ji yasayê karîger bibin, ji bo hilbijartina seroktiyê ya Mijdarê gaveke taktîk avêtiye.