Trûmp: Qutkirina têkiliya bi Çînê re yek ji alternatîfan e

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku rageşiya bi Çînê re gihandiye asteke bilind, gef xwar ku têkiliyên bi vî welatî re dikarin bi temamî qut bikin.

Li DYE'yê ku pêvajoya hilbijartinê hindik maye, xuya ye ku Donald Trûmp wê siyaseta sorkirina rageşiya bi Çînê re bidomîne. Nûnerê Bazirganiyê Robert Lîghthîzer çend roj berê daxuyaniyên erênî dabû, lê belê Trûmp gefa "qutkirina têkiliyan" xwar.

Lîghthîzer roja Çarşemê li Meclîsa Nûneran di rûniştina agahdarkirinê de gotibû, peymana ku meha Kanûnê bi Çînê re hatiye îmzekirin û dawî li şerê bazirganiyê tîne, bi cih tê anîn. Lîghthîzer têkildarî qutkirina têkiliya bi rêveberiya Pekînê re got, "Ev yek beriya bi salan alternatîfek bû, lê belê bi dîtina min ev yek wê ne polîtîkayeke aqilane be."

Donald Trûmp têkildarî gotinên Nûnerê Bazirganiyê axivî û diyar kir ku ew ji polîtîkayeke berevajî daxuyaniyên wî re amade ne. Trûmp li ser Twîtterê nivîsî û got, "Dibe ku ji ber ku ez baş ne zelal bûm ev yek ne şaşitiya Birêz Nûner (Lîghthîzer) bû, lê belê dibetiyeke siyasî ya qutkirina têkiliyên DYE'yê bi Çînê re 'di bin şert û mercên cuda de' alternatîfeke."

Têkiliyên navbera her du welatan, piştî ku Trûmp valahiya li bazirganiya derve weke hincet nîşan da, sala 2018'an bi şerê bazirganiyê mezin bûbû.