Trump: Paşeroja DYE'yê ji her demê bêhtir di metirsiyê de ye

Serokê DYE'yê Donald Trump ku ji bo ji wezîfeyê bê dûrxistin ketiye ber lêpirsînê, diyar kir ku çarenûsa welatê wî ji her demê bêhtir di rewşeke metirsîdar de ye.

Trump peyamek bi dîmen li Twitterê weşand û îdîa kir ku paşeroja DYE'yê ji her demê bêhtir di metirsiyê de ye. Trump careke din demokrat kir hedefa xwe.

Demokratan bi hinceta ku Trump li gel Serokkomarê Ûkraynayê ji bo reşkirina hevrikê xwe Joe Biden ketiye nava hewldanan, dest bi pêvajoya dûrxistina ji wezîfeyê ya Trump kiribûn.

Li gorî medya Amerîkayê, Qesra Spî eşkerekirina hin axaftinên bi telefonê yên Trump ên bi hin lîderan re asteng kir.

Di daxuyaniya Trump de ya bi dîmen hate gotin, "Demokrat dixwazin çekên we ji destê we werbigirin, dixwazin sîgortaya we ya tenduristiyê ji destê we werbigirin, dixwazin dengê we bibirin, dixwazin azadiya we ji destê we werbigirin."

Trump diyar kir ku divê ew ti carî destûrê nedin vê yekê û got, "Ji ber ku paşeroja welatê me ji her demê bêhtir di rewşeke metirsîdar de ye. Ev gelekî hêsan e. Hewl didin min asteng bikin, ji ber ku ez ji bo we têdikoşim. Ti carî ez ê destûrê nedim ku vê yekê bikin."

Ji Meclîsa Nûneran a Emerîkayê sê komîsyonan ji Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo xwestibû, ku di çarçoveya lêpirsînê de hemû belgeyên der barê Ûkraynayê di nava hefteyekê de radestî wan bike.