Trûmp parastina Ewropayê qebûl nekir!

Serokê DYA’yê Donald Trûmp di civîna NATO’yê de ji hevkarên xwe xwest ku her welat di mezaftina parastinê de beşa xwe ya ku dikeve ser wan bidin. Lê red kir ku ji bo Ewropayê biparêze angaje bibe.

Di civîna NATO’yê de, ku li Brukselê bi tevdîrên jidandî yên ewlekariyê pêk hat, Trûmp erza hevalbendê xwe şikand. Trûmp diyar kir bûdçeya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji bo qada leşkerî terxan dike û ya ku dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE)  terxan dikin pir dûrî hev in û got, li ser hevalbendên wî deynên giran ên diravan (pere) hene.

Dîsa jî Trûmp xwe neda ber ku gotinên ku mîsogeriyê didin bike, ku lîderên endamên NATO’ê li benda gotinên wiha bûn. Ên ku tevlî civîna NATO’yê bûbûn, xwestin ku DYA bibêje, ew destekê dide Xala 5. a NATO’yê. Vê xalê diyar dikir eger êrîşek bi ser dewleteke NATO’yê de were ev ê  êrîşa li ser tevahiya NATO’yê were qebûlkirin û NATO wê li dij rewşeke wiha raweste. Xala 5. piştî êrîşên 11’ê Îlona 2011’an hatibû xebitandin.

Di van 70 salê dawî de yekem Serokê DYA’yê yê ku bi rengekî vekirî destek nedayî vê xalê Donald Trûmp e. Lêkolînvanê Brookîngs Instîtûtîon Thomas Wrîght li ser Twîtterê, têkildarî vê mijarê got, ‘’Vê helwestê hişt ku NATO bibehite’

Sekteretê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg piştî civînê her çendî xwest ku gotinên pêewle bike jî Trûmp ji bo civîna G7 ketibû rêya Sicîlyayê jî.

Stoltenberg diyar kir Trûmp gotinên xwe ne cûtî ye lê dîsa jî bi rengekî vekirî destek daya NATO’yê. Trûmp pêşniyar dike ku NATO sala 2018’an bûdçeya ku Ewropayê ji bo leşkerên Emrîka yên li Ewropayê 40 ji 100’î zêde bike.

Trûmp bang li endamên NATO’yê kir ku ‘terorîzmê ji holê rakin’ û li ser mijara koçkirinê jî got, ‘’em hişk in û divê em tim hişyar bin’ û bi gotinên hişk rexne li Serokwezîra Elman, Angela Merkel anî.

Trûmp diyar kir ji bo mezaftina ji bo parastinê ji 28 endaman  23’yan jê tişta ku divê bikin hê nekirine. Serokê YE’yê xwest ku endamê NATO’yê bûdçeya leşkerî divê bibe 2 ji 100’î ya ‘hatina netewî ji bilî ya safî’ ku ji bo sala 2024’an hatiye diyarkirin.