Trûmp mohra xwe danî binê biryarnameya avhewayê

Serokê DYA Donald Trûmp mohra xwe danî binê biryarnameya avhewayê, ku demeke dirêj e nîqaş li ser tê kirin. Bi vî rengî, armancên DYA yên li ser germa global pûç dibin.

Trûmp di dema serdana xwe ya Ajansa Hawirdorê ya Neteweyî (EPA) de li pêşberî karkerên madenê mohra xwe danî binê biryarnameya nû. Trûmp ferman dabû EPA ku 'konsepteke nû ya enerjiyê' amade bike.

Donald Trûmp di dema mohrkirina biryarnameyê de got, ew dixwaze şerê li dijî komirê biqedîne û li dijî Plana Clean Power a ji aliyê Barack Obama ve hatibû amadekirin.

Biryarnameya Clean Power Plan a dema Obama, ji ber ku gelek eyaletan serî li dadgeriyê dan, hê neketibû meriyetê. Li gorî vê planê, belavkirina karbondîosîtê li DYA, di sala 2030'^de li gorî sala 2005'an ji sedî 32 bihata kêmkirin.

Donald Trûmp jî di kampanya xwe ya hilbijartinê de, biryarnameya avhewa û hawirdorê ya Obama weke şerê li dijî komirê bi nav kiribû.