Trûmp li Îsraîlê Îran kir hedef

Trûmp di serdana Îsraîlê de Îran ji xwe re kir hedef.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp yê ku piştî serdana Siûdî Erebistanê çû Îsraîlê li vê derê Îran kir hedef. Trûmp tawanbariya ku “Îran piştgiriyê dide terorê” li vê derê domand û got: “Divê destûr neyê dayîn ku Îran bibe xwediyê çekên nukleer.

Li Îsraîlê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Serokkomarê Îsrailê Reûven Rîvlîn, Trûmp pêşwazî kirin û Trûmp li vê derê jî berê rexneyên xwe da Îranê. Trûmp got:“Divê Îran dev ji dayîna fonan û perwerdekirina terorîstan berde. Divê destûr neyê dayîn ku Îran bibe xwediyê çekên nukler.”

Trûmp di axaftina xwe de diyar kir, “Li Rojhilata Navîn ji ber Îranê gelek kesan xwe nêzî Îsraîlê kirin.” Netanyahû jî ji Trûmp re got:“Hêvîdar im vê serdana we ya li herêma me bibe destpêka aştiyê.”

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Tîllerson di civîna hevpar a bi Wezîrê Karê Derve Adil el-Cubeyr re ya li Riyadê, sînyala pêkutiya li ser Îranê dabû. Tîllerson got: “Piştgiriya terorê, domandina pêşvebirina fuzeyên balîstîk nayê qebûlkirin û ji bo ku Îran vî tiştî qebûl bike em ê pêkutiyên xwe bidomînin. Ji bo ku civaka gerdûnî jî têkeve nav tevgerê em ê cesaret jî bidin wan.”

Trûmp di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de peymana nukler a ku Îranê bi welatên P5+1 kiribû ji xwe re kiribû hedef û gotibû ku heke ez werim hilbijartin ez ê peymanê betal bikim.