Trûmp gefa tinekirinê li Koreya Bakur kir!

Serokê DYA’ yê Donald Trûmp ku cara yekemin di Desteya Giştî ya Netewên Yekbûyî de axivî, daxwaza piştgirîdayîna polîtikayekî dijwar a xeztan li dijî Koreya Bakur kir û got ku rêveberiya Pyongyang di rewşa ‘mîsyona întixarê’ de ye.

Donald Trûmp ji bo Koreya Bakur got ‘dewleta serserî’ û diyar kir ku welatên weke van ji bo hemû cihanê gefeke. Trûmp got ku welatên wiha rêxistinên terorê diparêze û bi çekên tinekirnê gef li neteweyên din dixwe.

Trûmp carek din dubare kir ku çav lêgirtina bernameyên nukleer yên rêveberiya Pyongyang ne ji bo destkeftiyên ti welatane.

Trûmp bernameya nukleer a Serokê Dewleta Koreya Bakur bi awayekî tund rexne kir û wiha got: “Kîm Jong Un di mîsyona întixarê de ye. Tişta ku Koreya Bakur bike, dawî lêanîna bernameya atomê ye û di vî alî de bêçekmayîne.”

Trûmp destnîşan kir ku artêşa Amerîka heta roja îro di rewşa ku têde wê bibe ‘artêşa herî bihêz’ û berjewendiyên welatê wî li ser hemû berjewendiyên din re ye.

Axaftina Trûmp ku li Desteya Giştî ya NY bike, ji aliyê welatên din ve bi rojane dihate mereqkirin.