Trûmp ê mûltîmilyardar sala 2016'an tenê 750 dolar bac dabû!

Li gorî rojnameya New York Tîmesê, Serokê DYE'yê mûltîmilyarder Donald Trûmp di beyannameya bacê ya 2016-2017'an de tenê 750 dolar bac dabû.

New York Tîmes, agahiyên li ser beyannameya bacê ya 20 salî ya Serokê DYE'yê Trûmp weşand.

Li gorî rojnameyê di sala 2016'an de ku Trûmp di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket, tenê 750 dolar bac dabû.

Rojnameyê diyar kir, "Di nava 15 salên dawî de, 10 salan qet bac neda" û ragihand, ku Trûmp ji qezencê bêhtir zerara xwe ragihandiye.

Rojnameyê diyar kir ku Trûmp ji bo rezîdansa xwe û balafira xwe ya taybet ji daxistina bacê sûd wergirtiye û destnîşan kir, ku Trûmp beriya bibe serok, ji bo lêçûnên xwe yên kûafor ên beriya derketina ekranê, bi 70 hezar dolarî sûd ji daxistina bacê wergirtiye.

Mûltîmilyardar Trûmp ku red dike beyannameya bacê biweşîne, ji ber vê yekê di navenda têkoşîneke hiqûqî de ye. Trûmp hewl dide pêşî li weşandina beyannameya bacê bigire.

Piştî nûçeya New York Tîmesê, Trûmp mîna her carê îdîa kir ku nûçeya hatiye weşandin derewe.