Trûmp dixwaze 4 ji sedî yê budçeyê ji parastinê re bê veqetandin

Di civîna bilind a NATO'yê de rojeva bingehîn lêçûnên li parastinê bû. Tê gotin ku Donald Trûmp xwestiye, 4 ji sedî yê hatineya neteweyî ji bo lêçûnên parastinê bê veqetandin.

Rojeva bingehîn a civîna bilind a li Brukselê, lêçûnên li parastinê yên welatên endam bû. Hate ragihandin ku di encama danûstandinan de gelek welatan soz dane ku heta sala 2024'an 2 ji sedî yê hatineya xwe ya neteweyî ji lêçûnên parastinê re veqetînin. Di vê mijarê de DYA herî zêde li ber Elmanyayê radibe. Elmanya 1,24 ji sedî yê hatineya xwe ya neteweyî ji lêçûnên parastinê re vediqetîne. Donald Trûmp nerazîbûn nîşanî Elmanyayê da û bi tundî rexne kir ku di qada enerjiyê de bi Rûsyayê ve girêdayî ye.

Ji ber ku Donald Trûmp gefa kêmkirina pereyê dide NATO'yê xwar, tê gotin gelek welatan biryara zêdekirina lêçûnên parastinê dan. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yek ji pêncê budçeya NATO'yê dide. Sê ji çarên kapasîteya leşkerî jî ji aliyê DYA ve tê afirandin.

TRÛMP RÊJE DERXIST 4 JI SEDÎ

Trûmp ev sal û nîveke zexteke giran li welatên NATO'yê dike ku lêçûnên leşkerî zêde bikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên civîna bilind hatin wergirtin, Trûmp di civîna bilind de xwestiye, welatên endamê NATO'yê 4 ji sedî yê budçeya xwe ya neteweyî ji bo lêçûnên parastinê veqetînin.

TENÊ 4 WELATAN KARÎBÛN ARMANCA 2 JI SEDÎ PÊK BÎNIN

DYA, Îngilîtsan, Yewnanîstan û Estonya, armanca 2 ji sedî ya budçeya ji bo parastinê bi cih tînin. Tê payin ku Lîtûanya, Letonya, Polonya û Romanya dawiya vê salê bigihêjin vê armancê. 15 welatên din ên tifaqê di rêjeya 1.4 ji sedî de ne û zehmet e ku sozên hatine dayin bi cih bînin. Elmanya, Belçîka, Kanada, Îtalya û Spanya jî di nava van welatan de ne. Elmanya 1.24 ji sedî yê budçeya xwe ya giştî dide lêçûnên parastinê.