BI DÎMEN

Fîlozof Malabou: Abdullah Ocalan lîderekî siyasî yê mezin e, divê azad bibe!

Ji fîlozofên sereke yên felsefeya hemdem Catherine Malabou biryara fesixkirina PKK'ê weke pêvajoyeke jinûve avakirinê ya wêrek û exlaqî pênase kir û got, "Ocalan lîderekî polîtîk e ku hurmetê nîşanî wî didim. Divê azad bibe."

CATHERINE MALABOU

Dema dawî li Tirkiye û herêmê, çend ji mijarên sereke yên ku têne nîqaşkirin; meseleya Kurd, paşeroja têkoşîna çekdarî û rêbazên çareseriya siyasî ye. Di navenda van nîqaşan de jî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û bandora paradîgmaya nû ya Rêber Apo hene. Baş e, ev pêvajo ne tenê ji aliyê siyasî, her wiha li ser zemîneke felsefî jî dikare bê nîqaşkirin?

Yek ji kesayetên girîng ên felsefeya Fransayê ya hemdem fîlozof Catherine Malabou li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Malabou got, "Weke gelek mirovan min jî beriya demeke kurt biryara fesixkirina PKK'ê bihîst" û bi vî rengî dewam kir, "Bi dîtina min ev yek gaveke wêrek û cihê hêviyê ye. Weke alîgireke aştiyê, ez gelekî ji vê biryarê kêfxweş bûm. Lê belê weke ku min di peyama xwe de jî got, hêvî dikim ku ragihandina vê jestê weke teslîmiyeteke ji rêzê neyê dîtin, tevkariyeke rasteqîn li pêvajoya naskirin û demokratîkbûnê bike."

Têkildarî bangên ji bo azadiya Rêber Apo, Malabou got, "Bêguman tevlî vê bangê dibim. Lê ya ku meraq dikim ew e; gelo bê berdan wê ewle be? Hêvîdar im ku dema hate berdan ewle be. Bêguman ji sedî sed piştgiriyê didim ku ew ji girtîgehê derkeve. Bêguman azadiya wî teqez pêwîst e. Ocalan lîderekî gelekî mezin ê siyasî ye. Yekî welê ye ku gelekî hurmetê nîşanî wî didim, heyranê wî me. Ji ber ku di ser Boockin (Murray Bookchin) têkildarî mijarên ekolojî û siyasetê em xwedî heman nirxandinê ne. Belê, bêguman dixwazim ku azad bibe. Tenê daxwazeke min heye; dema ji girtîgehê derket bila ewlekariya wî pêk were."

Fîlozof Catherine Malabou li ser nirxandina Rêber Apo ya têkildarî konfederalîzma demokratîk û jineolojiyê got, "Bi dîtina min paradîgmaya Ocalan ne ew demokrasî ye ku di sedsala 18'an de li Ewropayê di dema 'ronakbîriyê' de dihate fêhmkirin. Ev yek şêweyekî demokrasiyê yê nû ye ku xwe dispêre feraseteke nû ya ku ji aliyê nasnameyê ve gerdûnîperest nîne. Ji fikrê destûra bingehîn a demokratîk a li Ewropayê ya dema ronakbîriyê xwedî vê cudahiyê ye: Êdî fikrê welatîbûna gerdûnî ıyan jî feraseta yek tîpî ne mijara gotinê ye. Ya ku di paradîgmaya Ocalan de heye, feraseta demokrasiyê ye ku hurmetê nîşanî nasnameya şexs û civakê dide.

Bi dîtina min ev nêzîkatî gelekî girîng e. Yanî Kurd wê nasnameya xwe di nava gerdûnîbûneke nediyar de winda nkin. Demokrasiya ku li ser vê bingehê bê avakirin wê bide ew demokrasî û xweseriya civak û şexsan diparêze."

Li ser biryara PKK'ê ya dawîanîna li têkoşîna çekdarî Malabou got, "Belê, ev yek teqez pêvajoyeke jinûve avakirinê ya exlaqî ye. Her gaveke ku ber bi aştiyê ve tê avêtin, tevgereke exlaqî ye. Di heman demê de di wê baweriyê de me ku ev yek di rewşeke taybet de kêliya berxwedêriyê ye. Mebesta min ew e ku eger mirov zêde zextê li ser têkoşînê bike, zêde gerdûnî bike, dibe ku bibe sedema teqînekê. Lewma ev pêvajo divê di çarçoveya hurmeta li nasnameya her şexsî bê meşandin."

Ji bo pirsa, "Pêvajoyên aştiyê ne jibîrkirina rabirdûyê ye, pêwîstî bi veguherandin û rûbirûbûnê heye. Bi dîtina we bi rabirdûyê re aştî çawa dikare pêk were? Nêzîkatiya Hegelparêzî di vê mijarê de çi dibêje?' Malabou bersiveke bi vî rengî da:

"Gelek bersivên fikrê Hegelparêzî ya li ser vê mijarê heye, ji ber ku ev yek di dilê diyalektîkê de ye. Yanî dema derbasî tiştekî cuda dibe, vediguhere asteke hîn rasyonel, lê belê şopa dema bihurî timî dimîne.

Şopa rabirdûyê timî dimîne. Ev yek diyalektîka Aufhebung a navdar e; yanî hem ji holê rake hem jî biparêze. Belê em tiştekî ji holê radikin, bi pêş ve dibin, lê belê şopa rabirdûyê jî diparêzin. Ev yek gelekî girîng e. Lewma ev pêvajo divê nebe pêvajoya jibîrkirina rabirdûyê."

Fîlozof Malabou destnîşan kir ku ew hêvî dike fesixkirina PKK'ê bibe destpêkeke nû û got, "Lê belê ev pêvajo ne tenê bi Kurdan ve girêdayî ye, di heman demê de bi bersiva hikumeta Tirk ve jî girêdayî ye. Bi dîtina min ev yek destpêkeke nû ye, lê belê gelo wê hikumet û civaka Tirk vê yekê çawa fêhm bikin? Ev yek pêvajoyeke du alî ye. Hêvîdarim wê bi vî rengî be. Fesixkirina PKK'ê tenê, gava ku li Tirkiyeyê pîvanên demokratîk bi cih hate anîn, bi wate dibe. Ev yek vîzyoneke hîn berfireh e."

Ji bo pirsa 'Gelo di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke civaka navneteweyî heye?' Malabou got, "Hêvîdar im heye. Lê belê dema ku bala xwe didim ser bûyerên li Îsraîlê diqewimin, yanî dema ku nêzîkatiya civaka navneteweyî dibînim ku çawa xwe ji parastina mafên Fîlîstînê dide alî, nizanim bê hevkariya bi navneteweyî wê tiştekî baş be yan nebaş be. Dibe ku şaş bim, lê belê ne bawer im ku daxwazên Kurdan ji aliyê civaka navneteweyî ve tê bihîstin. Bi dîtina min beriya her tiştî Kurd divê bi tevgera xwe ya berxwedanê parastina xwe bikin."