Trûmp di civîna NATO’yê de ji bo budçeya parastinê israr dike

Di civîna NATO’yê ya li bajarê Brûkselê ya Belçîkayê Serokê DYE’yê Donald Trûmp daxwazên xwe yên malî yên ji bo welatên endam dubare kir.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de diyar dikir ku endamên NATO’yê lêçûnên parastinê zêde nakin û vê helwesta xwe di vê civîna NATO’yê de jî domand.

Trûmp diyar kir ku lêçûnên gelek welatan ji dahata wan a neteweyî ji sedî 2 hindiktir e û got ji nav 28 welatan 23 jê wisa ne.

Piştî ku Trûmp dest bi peywirê kir ev cara pêşîn e ku beşdarî civîna NATO’yê dibe û pêşniyazên wî yên ji bo budçeya zêde ya parastinê û tevkariya zêde ya ji bo ‘têkoşîna li dijî terorê’ di rojevê de giraniya xwe heye.

GELEK WELAT JI ARMANCA JI SEDÎ 2 DÛR IN

Daxuyaniyên NATO’yê heye ku divê welatên ku endamên NATO’yê de lêçûnên xwe yên parastinê dikarin heta ji sedî 2’yê dahata neteweyî bilind bikin. Li Elmanyayê ya ev rêje ji sedî 1,2 ye, li Fransayê 1,8 e û li DYA’yê jî ev 3,3 ye.

Rûsya ya ku têkiliya wê û NATO ne zêde baş e, budçeya parastinê ji sedî 5,3’ê dahata neteweyî ye.