Trump dest bi kampanya ji bo hilbijartinên sala 2020'î kir

Serokê DYE'yê Donald Trump namzetiya xwe ya ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020'î misoger kir û dest bi kampanya hilbijartinê kir. Di hedefa wî de demokrat û sosyalîzm heye.

Trump li Orlandoyê bi nêzî 20 hezar alîgirên xwe civiya û bi zimanekî provokator hewl da girseya xwe kêfxweş bike.

Trump got, "Me carekê bi ser xist, em ê careke din bi ser bixînin û vê carê temam bikin." Trump mijarên bingehîn ên kampanya xwe ya sala 2016'an careke din xist rojva xwe û bi tundî bi ser hevrikên xwe yên demokrat ve çû.

Trump yek bi yek komên medyayê jimart û sûcdariya "Fake News" (Nûçeya derew) li wan kir.

Trump dijminatiya xwe ya li sosyalîzmê bi rengekî vekirî careke din nîşan da û got, "Di hilbijartinên 2020'î de dengdana ji bo demokratekî tê wateya dengdana ji bo geşbûna sosyalîzma radîkal û têkçûna xeyala Emerîkayê."

Trump helweta xwe ya di mijara Îran û Îsraîlê de dubare kir û got, "Me têkiliyên xwe yên dostaniyê yên bi tifaqa xwe ya hêja dewleta Îsraîlê re ji nû ve ava kir." Trump her wiha pesnê pêkanînên li dijî Îranê da.

SANDERS: TRUMP LI GERDÛNEKE DIN DIJÎ

Bernie Sanders ê ku ji bo Qesra Spî namzet e û xwe sosyalîst bi nav dike, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Trump da û got, "Dema ku min li Trump guhdarî kir weke ku li yekî li gerdûna paralel dijî guhdarî bikim, hesteke bi vî rengî bi min re peyda bû."

Pêşbirka demokratan a ji bo diyarkirina namzetê xwe wê piştî heyşt rojan li Miami dest pê bike.