Trûmp dawî li statûya taybet a Hong Kongê tîne

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ew dawî li cihêkariyên bazirganî yên Hong Kongê tîne, ku îdia kir, bi yasaya ewlehiyê ya dawî ya Çînê Hong Kongê 'statûya xwe ya xweserji dest daye.''

Bi sedema Yasaya Ewelehiyê ya Netewî ku Komara Gel a Çînê dixwaze derxîne, helwest têne nîşandan ku wê rayeyên Hong Kongê yên ji ber xweseriyê kêm bibin. Pêşnûmeya yasayê bi xwe re tîne ku gav û çalakiyên hilweşandna hikûmeta navendî, teşwîqa ji bo serhildanê, îxaneta li welêt, bi terorê li ser ewlehiya netewî çêkirina talokeyê qedexe dike, ev yasa bêyî pejirandina meclîsa xweser a Hong Kongê wê bikaribe sazkar bibe.

Nûçegihanên muxalîf  ku li dijî yasayê ne, kardar û aktivîst diyar dikin bi hinceta ewlehiya netewî wê rê li darizandinan vebe.

Weke di meseleyên aborî, Covîd-19'ê û meseleyên Tîbetê, di mijara Hong Kongê de jî DYE ya ku li bara Çînê xwedî polîtîkayeke hişk e, biryara guşare hate standin.

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp 1997'an li gel ku ji hêla Kraliyeta Yekbûyî ve bi dest Çînê ve hatiye hiştin jî, ji ber rewşa xweser ew ê dawî li cihêkariya aborî ya ji bo Hong Kongê bîne. Trûmp diyar kir bi yasaya ku wê were derxistin Hong kong êdî wê ne xweser be.

Trûmp got, ''Çînê soza ku dayî hemû cîhanê, ya parastina xweseriya Hong Kongê bi cih neanî'' û rûdana heyî, ''ji bo Hong Kong, Çînê û hemû cîhanê weke trajediyekê'' bi nav kir.

Statûya taybet ku ji bo were bidawîkrin Trûmp ferman daye, pêşbîniya wê dike Hong Kong di têkiliyên aborî û bazirganiyê de ji Çînê cihê were dîtin. Bi vê çarçoweyê Hong Kong ji divêtiyeke bazirganî ya li ser Çînê dikare bêrî were hiştin.

Li gel DYE'yê gelek welatên din jî ji ber ku di hêla aborî, daraz û pergala parlamentoyê de bi giştî ji Çînê serbixwe be, têkiliyên wiha yên taybet bi Hong Kongê re danîbûn.