Trûmp: Baca li ser malên Çînê wê neyê kêmkirin

Serokê DYA'yê Donald Trûmp diyar kir, di mijara baca gumrukê ya li ser malên ji Çînê tên kirîn, wê bi ya xwe bike û ji rêya xwe venegere.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp ji rojnameya Wall Street Joûrnal re axivî û got, wê bersivê nedin daxwaza Çînê ya ji bo taloqkirina baca zêde ya gumrukê.

Serokdewletê Çînê Xî Jînpîng xwestibû, heta ku danûstandinên navbera her du welatan bi encam bibin, baca gumrukê bê taloqkirin. Trûmp got, "taloqkirin ne gengaz e."

Donald Trûmp, Çîn weke berpirsyarê sereke yê valahiya bazirganiya derve ya welatê xwe nîşan dabû û biryar dabû ku baceke zêdetir deyne ser malên ji Çînê tê kirîn. Destpêkê baca malên ji 50 milyar dolarî hate zêdekirin, piştre jî li ser malên ji 200 milyar dolarî baceke din hate danîn.