Trûmp bi Siûdiyê re peymanekî bihayê 110 mîlyar dolaî ya çekan mohr kir
Serokê nû yê DYA’yê Donald Trûmp, di serdana xwe ya yekem de ya ji bo Siûdî Erebîstanê, ji bo firotina çekan peymanekî bihayê 110 mîlyar dolar mohr kir.
Serokê nû yê DYA’yê Donald Trûmp, di serdana xwe ya yekem de ya ji bo Siûdî Erebîstanê, ji bo firotina çekan peymanekî bihayê 110 mîlyar dolar mohr kir.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Qesra Spî ve hate kirin, di navbera Siûdî Erebîstan û DYA’yê de li ser mijara lihevkirina çeka, peymanek mohr kirine. Li gorî vê wê DYA bihayê 110 mîlyar dolar çek bifiroşe Siûdî Erebîstanê.
Qesra Spî têkildarî mijara çekan agahiyên berfireh neda, bi vê peymanê îdîa kir: “Bi demdirêj ji bo li dijî gefên Îranê, herêmên Kendavê û Siûdî Erebîstanê biparêzin” dike armac.
Trûmp, di serlêdana Riyadê de bi Qiralê Siûdî Salman re civiya. Tê payîn ku roja Yekşemê li pêşberî 50 rêberberên Îslamî yên ji 50 deverên cuda yên Misilmanê Ereb re li ser îslamê axaftin bike.
Hat diyarkirin ku Trûmp piştî serlêdana Siûdî Erebîstanê û şûnde, wê biçe Îsraîl, li ser vexwendina Mahmûd Ebas wê xaka Filistînê ya ku di bin dagirkeriyê de ne ziyaret bike.