Trajediya koçberên Îtalyayê: Cenazeyê 6 koçberan hatin dîtin

Ewletiya peravê ya Îtalyayê roja Çarşemê ragihand ku piştî li qeraxên başûrê nîvgiravê di encama binavbûna keştiyekî de zêdeyî 60 kes winda bûn, cenazeyê 6 koçberan hatin dîtin.

Piştî ku şeva Yekşemê keştiyeke li nêzîkî xeta sînor ya di navbera herêmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Îtalya û Yewnanîstanê de dest bi binavbûnê kir, 12 kes hatibûn rizgarkirin.

Yek ji wan kesan di dema xebatên rizgarkirinê de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya ewletiya peravê de hate diyarkirin ku li vê herêmê bi bikaranîna keştî û çavkaniyên hewayê xebatên lêgerînê dewa dikin. Ewletiya peravê got, “Di encama lêgerînên heta niha hatin kirin de 6 cenaze hatin dîtin.”

Endamê Bijîjkên Sînornenas (MSF) Shakîlla Mohammadî: “Kesên rizgara bûne dibêjin 26 zarokên ku hinek ji wan çend mehî ne jî di nav de 66 kes winda ne.”

Endamê MSF’ê got: “Temamiya malbatên ku ji Afganîstanê hatine mirine. Beriya 8 rojan ji Tirkiyeyê derketine, keştî 3 an jî 4 roj av girtiye. Ji me re gotin ku hinek keştî ji bo alîkariya wan nesekîne.”

Li gorî Alman STK ResQship'e roja Duşemê li keraxên girava Lampedusa a Îtalyayê di encama qezayekî din de cenazeyên 1o kesan hatine dîtin.

 

Li gorî Rêxistina Koçberan a Navneteweyî sala borî li Deryaya Spî nêzî 3 hezar û 155 koçber mirin an jî winda bû û ji serê salê ve zêdeyî hezar kes mirin an jî winda bûn.