Tirs û fikar hene ku li Derya Spî drameke nû rû da be
Bi hatina biharê re karê qaçaxçitiya mirovan a li herêma navbera Lîbya û Îtalyayê zê de bû. Ev yek jî dibe sedema zêdebûna draman.
Bi hatina biharê re karê qaçaxçitiya mirovan a li herêma navbera Lîbya û Îtalyayê zê de bû. Ev yek jî dibe sedema zêdebûna draman.
Piştî ku duh li cihekî bi 15 mîlan dûrî peravên Lîbyayê du botên plastîk binav bûn, cenazeyên 5 penaberan hatin dîtin. Fikar hene ku di vê bûyerê de herî kêm 250 penaberan jiyana xwe ji dest dabin.
Li gorî daxuyaniya rêxistina alîkariyê ya Spanyayê Pro-Actîva Open Arms ku li herêmê dixebite, di her du botan de bi sedan penaberên ji Afrîkayê hatin, hebûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li yek ji botan 120, li yê din jî 140 penaber hebûn û hat gotin, 5 cenazeyên mirovên navbera 16-25 salî hatine dîtin.
Li gorî daxuyaniyê ev kesên navborî herî kêm 24 saet berê jiyana xwe ji dest dane û fikar hene ku mirovên mayî yên di botê de jî miribin.
Tenê ji roja Yekşemê û vir ve 5 hezar penaberan xwe gihandin Îtalyayê. Ji destpêka salê û vir ve vê hejmarê 21 hezar derbas kiriye.
Ji bilî vê karesata duh rû da, hejmara penaberên di nava salê de li Derya reş jiyana xwe ji dest dan, tê texmînkirin ku 440 kes e.