Tirkiye hewl dide ku peywendiyên xwe yên bi Îsraîlê re pêş bixe

Dewleta Tirk a ku weke herêmî û navneteweyî îzole dibe, ji bo ji nava vê tecrîdê derbikeve dixwaze peywendiyên xwe yên bi welatên herêmê re pêş bixe. Piştî Misrê vê carê têkiliyan bi Îsraîlê re dane.

Rayedarek ê payebilind ê Tirk ku di rojnameya Israel Hayom de daxuyanî dayî got, “Dewleta Îsraîlê ger ku erê bike şandina dîplomatan a ji bo Enqereyê, Tirkiye amadeye ku sefîrekê bişîne Îsraîlê.”

Di nava meha Adarê de jî Enqereyê xwest ku bi Misrê re peywendiyan çêbike, ji bo bi dawî anîna krîza 10 salî banga bihêzkirina peywendiyan kir.

Dewleta Tirk a ku bi taybet peywendiyên xwe bi Misir û Siûdiyê re xirab kirî, sala 2018’an jî nûnerê xwe yê taybet ê li Îsraîlê vegerand.

Li ser vê Îsraîlê jî biryar da ku serfaretxaneya Tirk a li Qûdisê jî biçe.

Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netenyahû di dema kampanyaya hilbijartina dawî de, ruxmê krîza dîplomatîk jî di derbarê xebatên gazê yên li Behra Spî yên Enqereyê û Tel Avîvê de, gotibû ku angajeye.