Tîr a herî kevn piştî Efrîkayê li Srî Lankayê hatiye bikaranîn

Li gorî lêkolîneke arkeolojîk a li Srî Lankayê, ji bilî Efrîkayê tîr û kevan beriya 48 hezar salî hatine bikaranîn.

Enstîtuya Max Planck a li Elmanyayê, Zanîngeha Grîffîth a Awûstralyayê û Departmana Arkeolojiyê ya hikumeta Srî Lankayê bi hev re lêkolînek kirin. Di encama lêkolînê de hat fêhmkirin ku amûrên ji bo seydê hatine bikaranîn ji texmînan kevntir in.

Di lêkolînê de li şikefta Fa Hîen Lena ya li navçeya Kalûtara ya li rojavayê welêt, hin amûrên kevnar hatin dîtin. Di nava wan de gelek tîr û kevan hatin dîtin ku di seydê de hatin bikaranîn. Li hundirê şikeftê her wiha gelek morîk û amûrên ku ji çerm pê kinc tê çêkirin, hatin dîtin.

Hate tespîtkirin ku amûrên li nava şikeftê hatin dîtin, beriya 45 hezar heta 48 salî hatine bikaranîn. Ev yek jî tê wê wateyê ku piştî parzemîna Efrîkayê tîr û kevana herî kevn li Srî Lankayê hatiye bikaranîn. Tîr û kevana herî kevn a hatiye tespîtkirin, beriya 64 hezar salî li Efrîkayê hate bikaranîn.

Tîr û kevan di Serdema Kevir a Kevn de ji aliyê civakên nêçirvan ve hatibûn keşifkirin.