Tîmor a Rojhilat li ber lehiyê ket: Herî kêm 11 kes mirin

Ji ber lehiya li paytexta Tîmor a Rojhilat Dîliyê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Tîmor a Rojhilat ji ber barana zêde lehî rabû, erd şemitî. Herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Tîmor a Rojhilat bi rojane bênavber baran dibare. Lewma lehî rabû û li hin herêma erd şemitî.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber vê karesatê xisar li gelek wargehan û kargehan bûne.

Li paytextê rewş hîn metirsîdar bû. Tê gotin ku gelek rê xera bûne û hîn jî lehî bi dawî nebûye.

Ji ber lehiyê her wiha du navendên karantînayê yên mirovên bi Covîd-19 lê diman û laboratûwara neteweyî jî zerar dîtine.