Tîllerson: Operasyona Tirk têkoşîna li gel DAIŞ’ê lewaz dike
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson di serdana xwe ya li Kûwêt de êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê rexne kir.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson di serdana xwe ya li Kûwêt de êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê rexne kir.
Li gorî nûçeya AFP’ê Tîllerson, têkildarî êrîşa dewelat Tirk a 20’ê Çileyê ya li dijî Efrînê got: “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li rojhilatê Sûriyeyê lewaz dike.”
Tîllerson ê di civîna wezîran a koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li Kûwêtê hate lidarxistin de axivî, diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk berê ciwanên Kurd ketiye Efrînê.
Tora gerê ya Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Tîllerson wê herî dawî biçe Eneqerê.