Tîllerson bi Misirê dest bi tûra xwe ya Rojhilata Navîn kir

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson, bi serdana Kahîreyê dest bi tûra xwe ya Rojhilata Navîn kir.

Yekşemê Tîllerson hat Kahîreyê ya ku paytexta Misirê ye û bi Wezîrê Karê Derve yê Misirê Sameh Şukrî civiyan. Tê payîn ku Tîllerson bi Serokkomar Abdulfetah El Sîsî jî bicive.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve yê Misirê hevdîtinên li Kahîreyê ew ê li ser Sûriye û Lîbyayê ango li ser “berjewendiyên hevpar ên herêmî” be. “Têkoşîna li dijî terorîzmê” û dosyeya Îsraîl-Fîlîstînê jî wê di hevdîtinê de were rojevê.

Vê serdana Tîllerson beriya hilbijartina di 26’ê Adarê de ye. Sîsî diyar kiribû, di vê hilbijartinê de ew ê dîsa bibe namzet.

Tîllerson wê piştre biçe Kuveytê û ew ê beşdarî civîna wezîran a koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bibe. Piştre jî ew ê biçe Ammanê û Kral Abdullahê re ew ê bicive. Piştî Ammanê jî wê Tîllerson biçe Lubnanê û li vê derê bi serokkomar Mîchel Aoûn û Serokwezîr Saad Harîrî re bicive.

Herî dawîn jî ew ê Tîllerson biçe Enqereyê. Di rojeva hikumeta Tirkiyeyê de jî dijberiya Kurdan heye û ew ê êrîşên li ser Efrînê di navenda rojevê de be. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê diyar kiribû ku ew ê ev hevdîtin û civîn ‘dijwar’ bin.