Texmînên ji bo mezinbûna Tirkiyeyê hatin daxistin
Banqeya DYA'yê ya razemeniyê JP Morgan, texmînên xwe yên aboriya mîkro yên ji bo Tirkiyeyê daxistin. Texmînên hatî revîzekirin ji bo Tirkiyeyê dîmenekî nebaş radixe ber çavan.
Banqeya DYA'yê ya razemeniyê JP Morgan, texmînên xwe yên aboriya mîkro yên ji bo Tirkiyeyê daxistin. Texmînên hatî revîzekirin ji bo Tirkiyeyê dîmenekî nebaş radixe ber çavan.
JP Morgan, ji ber mercên fînansal ên Tirkiyeyê ku her diçe xirabtir û şertên şidandîtir ên lîkîdebûnê texmînên xwe yên ji bo sala 2018’an revîze kirin.
Li gorî vê, GSYH'ê texmînên xwe yên mezinbûnê ji sedî 3.7'an kişand ji sedî 3.5'an. bendewariya 2019 jî ji sedî 2.8'an kişand ji sedî 1.1'ê.
JP Morgan, texmînên xwe yên enflasyonê yên ji bo dawiya sala 2019'an ji sedî 9.5'an derxist ji sedî 11'î.