Tevî reforman jî Yewnanîstanê û Herêma Euro li hev nekirin

Tevî paketên teserûfê, ku li Yewnanîstanê gel daxist meydanan, di civîna Wezîrên Maliyeyê yên Euro de li hev nehate kirin.

Di civîna Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euro (Eurogroupe) de, di mijara alîkariya malî ya nû de li hev nehate kirin. Biryar hate dayîn, danûstandinên nû ji civîna Eurogroupe ya nava meha Hezîranê re bên hiştin.

Serokê Eurogrope Jeroen Dîjsselbloem diyar kir, ji danûstandinan encamek derneketiye.

Yewnanîstanê, di berdêla 6 mîlyar deynê ku divê heta meha Tîrmehê bide, paketeke teserûfê ya ji 4,9 mîlya Eûroyî roja Înê bi parlamentê dabû qebûlkirin.

Li gorî vê paketê, ku bi sed hezaran xebatkar daxist kolanan, ji sala 2019'an û pê ve mûçeyê mirovên teqawît wê ji sedî 18 bê kêmkirin. Ji sala 2020'an û pê ve jî, li ser kesên hatineya wan di ser 5 hezar 700 Eûro ye, bac bê ferzkirin. Sînorê herî nizm ê bacê hê 8 hezar û 636 Eûro ye.