Temel: Çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiyên şoreşgerî ne

Parlamenterê HDP'ê Tayîp Temel diyar kir ku li Kurdistanê gelek serdemên dîrokî rû dane û got: "Grevên birçîbûnê yên îro yên bêdem-bêdorveger dişibin çalakiyên berxwedana Mezlûm, Kemal û Xeyrî."

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah di roja 123'emîn de ye. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 110 roj in didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbourg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 84 roj, çalakiya koma girtiyên destpêkê ku 16'ê Kanûnê li girtîgehan dest pê kirin 85 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin û berxwedana wan di roja 10'an de ye. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 7'ê Adarê de Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî dest bi grevê kir.

Wekîlê HDP'êTayîp Temel çalakiyên greva birçîbûnê, serdegirtin û destgîrkirin ji ANF'ê re nirxand. 

'ÇALAKIYÊN ŞOREŞGERÎ'

Temel anî ziman ku di dîroka Kurdistanê de gelek serdemên girîng û krîtîk qewîmîne û serdema heyî jî yek ji wan serdemên krîtîk û dîrokî ye. Temel da zanîn ku çakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger qederê diyar dikin û çalakiyên şeroşgerîn e. Temel diyar kir, ev çalakiyên şoreşgerî di serdemên wiha girîng û krîtîk de derdikevin holê û bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên sala 1982'an. Temel got, "Di sala 1982'an de dema di girtîgeha Amedê de Xeyrî û Kemalan dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin, wê demê derfet tunebû û Kurd di bin xetereya tunekirin û mirinê de bû. Tarîtî li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê ferz kiribûn. Di wan şert û mercên giran de me tevan dît û dubare ji dîrokê xwend. Berxwedêrên li girtîgeha Amedê bûn ronahî ji civakê re û rêya jiyanê vekirin. Ev çalakiya dîrokî, bû ji nû ve vejîna civakê û têkoşînê. Niha jî ev şert û mercên em tê de ne dişibe serdema 1982'an. Çalakiyên grevên birçîbûnê ji xwe di serdemên wiha krîtîk de têne destpêkirin. Çawa ku rê û derfet tên qutkirin wê demê çalakiyên şoreşgerî tên destpêkirin."

'TIFAQA FAŞÎST LI DIJÎ KURDAN ŞER ÎLAN KIRIYE'

Temel destnîşan kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi zordestî û planên tunekirinê dixwaze Kurd li ber wan çokan danin. Temel da xuyakirin ku AKP-MHP'ê bi awayek vekirî li dijî Kurdan şer îlan kirine û wiha pê de çû: "Di çarçoveya vê polîtîkaya şer de AKP-MHP dixwaze bi hezaran Kurd bên kuştin, destgîrkirin, girtin û koçber kirin. Di vê demê de ev plana şer ketiye dewrê. Îro ji Başûr heta Bakur, ji Rojava heta Rohilat di bin xetereyê de ye û Erdogan kolan bi kolan digere û dibêje, 'divê Kurd ji vî welatî derkeve'. Cihê ku qala wê jî dike Kurdistan e û warê Kurdan û welatê Kurdan e. Niha Erdogan bi vê polîtîkayê koçberiyê li gelê Kurd ferz dike. Di vê serdemê de berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Girtîgehan, Hewlêr û Ewropa çalakiyên rewa û mafê xwezayî ye. Çalakger mafdar in û divê rojek ji rojê zûtir tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe. Ev faşîzm û tarîtî destpêkê li Îmraliyê hate destpêkirin. Îmrali kengê tarî, îzole û tecrîd kirin di heman demê de welat jî tecrîd kirin. Bi tecrîdê re dest bi zilm, kuştin, komkujî, destgîrkirin û girtinê kirin."

'WEZÎFEYEKE EXLAQÎ Û HIQÛQÎ YE'

Temel li ser armanca çalakiyê jî got, ""Di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehan dîlên azadiyê, di 3'ê Adarê de jî wekîla me Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdawî û bêdorveger. Di 7'ê Adarê de jî ez û hevalê xwe yê wekîl Mûrat Sarisaç tevlî vê berxwedanê bûn. Bi hevalên xwe yên wekîl tevî 10 HDP'iyan me dest bi berxwedanê kirin. Bi vê çalakiya derengmayî armanca me ya sereke piştevaniya berxwedêra ne. Em deng bidin bedenên roj bi roj dihelin û pêşî li mirina mirovan bigirin ku darbest ji girtîgehan dernekeve. Ev wezîfeyeke exlaqî û hiqûqî ye. Ev wezîfeya me siyasetmedaran e. Lê belê faşîzmê xwe li vê derê jî nîşan da."

'BI ÇEKÊN LÛLE DIRÊJ ÊRÎŞÎ WEKÎLAN KIRIN'

Temel nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser rêxistina wan a Amedê jî da û got: "Berî rojekê bi hezaran polîs û kesên rûyê wan girtî bi çekên lûle dirêj bi ser avahiya me ya Amedê de girtin. Deriyê avahiyê şikandin, çek li wekîlan û çalakgeran kişandin. Bi sedan dildarên HDP'ê hatin ku piştevaniyê bidin çalakgeran, polîsan bi awayekî hovane êrîş kirin û destûr nedan welatî werin partiya xwe. Çi dibe bila bibe wê ev berxwedan bidome, hevalên me yên destgîrkirî wê di nava wan şert û mercan de jî berxwedana xwe didomînin. Em jî sê wekîl li avahiya HDP'ê ya Amedê berxwedana xwe didomînin. Ez bang li her kesî dikim ku deng bidin dengê berxwedêran. Armanca vê berxwedanê rabûna li ber bêhiqûqî û bêedaletiya li Îmraliyê ye. Li Îmraliyê sûcê li dijî hiqûqê pêk tê. Divê rêzdar Ocalan bikaribe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Ev daxwazek hiqûqî û rewa ye. Dewlet ji raman û fikrê rêzdar Ocalan ditirse. Têkiliya rêzdar Ocalan û civakê hezim nake û ji bo vê yekê tecrîdê kûr dike û êrîşî gel dike."

'WÊ DORPÊÇA FAŞÎZMÊ BÊ ŞIKANDIN'

Temel anî ziman, ji ber ku wan ji derve rol û rista xwe pêk neanî, dîlên azadiyê li dijî faşîzmê ketin dewrê û wiha got: "Ji ber ku li derve li dijî faşîzmê em tênekoşiyan û me wezîfeya xwe bi cih ne anî, hevrêyên me yên li girtîgehê ketin dewrê û bedana xwe dane ber mirinê. Her ku çû zilm, zordestî û tarîbûn zêde bû û hevalên me yên li girtîgehan ev yek ji nêz ve ditîn û li dijî faşîzmê ketin dewrê. Girtîgehan her tim dorpêça faşîzmê şikandine û wê îro jî ev dorpêça faşîzmê were şikandin. Weke her demê îro jî girtîgehan rola xwe ya dîrokî pêk aniye. Ev bangeke ji bo civaka ku berpirsyariya xwe pêk nayne. Ev ji bo siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û mirovahiyê hewar û bang e. Ev hewar dişibe berxwedana Kemal, Xeyrî û Mezlûman."