Talîban tevlî konferansa li Moskova dibin

Rêveberên Talîban ragihandin ku tevlî konferansa tê payîn ku wê roja Înê li Moskova bi pêşengtiya Rûsyayê bê kirin, bibin. DYA û hikûmeta Afgan konfernasê boykot dikin.

Berdevkê tevgera Talîban Zabîhûllah Mûcahîd, destnîşan kir ku her çendî biryareke ya tevlîbûna konferansa li Moskova hebe jî , lê hê biryareke fermî nehatiye girtin.

Li gorî Reûtersê, delegasyoneke ku ji 6 kesan ku bi pêşengtiya Şefê saziya siyasî ya Talîban a li Qeterê Şer Muhammed Abbas Stanakzayî wê biçin Moskovayê.

Rêveberekî heyetê wiha gotiye: “Piraniya rêveberên me li gel wê yekêne ku tevlî hevdîtina aştiyane ya li Moskovayê bibin.” Endamê heyetê daxuyakirin ku hinek ji rêveberan jî bi fikar nêzîk dibin û diyar dikin ku tevlîbûna hevdîtinê wê fêdeyek nede rewşê.

Tevgera Talîban wê di hevdîtina li Moskovayê de carekî din daxwaz bikin ku hêzên biyanî yên li Afganistanê û hemû girtî bên berdan bikin.

Vexwendina Talîbanan a ji aliyê Moskovayê ve rê li ber nerazîbûna hikûmeta Afgan vekir.

Amadekirina hevdîtina aştiyê ya li Moskovayê di meha Tebaxê de derketibû holê . Rûsya li gel 12 welatan tevgera Talîban jî vexwendibû civînê. Dihate plankirin ku ev konferans di meha Îlonê de pêk bihata, lê li ser daxwaza Serokkomarê Afganistanê Eşref Ganî hatibû taloqkirin.

Ganî daxwaz dikir ku bi Talîbanan re hemû hevdîtinê bixe di bin însyatîfa xwe de.

Gelek welatan bersiv da vexwendinameya Moskovayê. Çîn, Îran, Pakistan, Tacekistan, Ozbekistan û Turkemenistan biryar dan ku nûnerên xwe bişînin Moskovayê.

Her wiha hikûmeta Afganistan ti nûnerên xwe naşîne. Li hemberî vê, ji bo çavdêrîkirina hewldanên çareseriya aştiyane saziya Afgan a erkdar endamên ‘Konseya Aştiyê ya Bilind’ wê biçin Moskovayê.

Washîngton jî diyar kir ku divê Talîban hemû gutugoyên xwe li ser hikûmeta Afgan re bike. Li gel vê DYA li qada dîplomatîkî ne rawestiya. Sefîrê nû yê DYA yê Afganistanê Zalmay Halîlzad, di meha Cotmehê de li Qeterê bi tevgera Talîban re hevdîtin pêk anîbû.