Gelo têkoşîna Israîl û Îranê tê asteke din?

Piştî îdîaya ku Îran cara pêşî êrîşa sîber bire ser Israîlê, ku Îran li herêmê weke 'dijmin'ê herî mezin ê Israîlê tê dîtin, şer diçe ser asteke din.

Qada herî girîng a şerê di navbeyna du welatan de 2011'an li Sûriyê bûbû. Bi banga rejîma Esad ev 9 sal in  bandora Îranê hem di ser Mihafizên Şoreşê û hem di ser Hêza Qudsê û hem jî di ser Hîzbûllahê ya li Libnanê re bi hebûneke giran a leşkerî ye. Li gel vê her wiha tê zanîn ji Iraq, Efganîstan û Pakistanê bi hezaran milîtanên Şiî li Sûriyê li dijî Îslamiyên radîkal ên dijberê rejîmê şer dikin.

Tê diyarkirin Israîl ku ji bo Îranê li herêmê 'talokeya herî mezin e', li dijî hêmanên leşkerî yên Sûriyê yên Îranê bi sedan caran êrîş aniye. Herî dawî li nêzî Palmîrayê, li dijî hêzên Îranê yên li Deraa û Quneytrayê êrîşên hewayî û moşekî anîbû û bi dehan milîtanên Îranî û şiiyên ku ji welatên dî anîbûn hatibûn kuştin. Nîsanê li nêzî Palmîrayê êrîşek anîbû ser cihekî leşkerî û gelek endamên Hîzbûllahê ya Libnanî û Îranî hatibûn kuştin.

Her wiha ji 27'ê Nîsanê heta bi 4'ê Gulanê di êrîşên başûrê Şamê, Derra û Quneytra de, di êrîşên rojavayê Helbedê de bi dehan leşker û milîtanên îranî û Iraqî hatibûn kuştin.

BANDORA RÛSYAYÊ HEYE

Helwesta Rûsyayê ya li bara Îranê bandorê dike ku Israîl li hedefên Îranê yên li Sûriyê bixe, ji ber ku Rûsya ya ku ji bo rejîma Sûriyê li ser piyan bimîne bi roleke mezin radibe di navbeyna Îran û Israîlê de bêalî dimîne, ji ber vê qada hewayî ya Sûriyê li balafirên Israîlê nagire. Her wiha her çendî Moskow û Tehran li Sûriyê ji hin aliyan hevkariya wan hebe jî li dijî hev têkoşîneke xurtbûê jî heye.

Her wiha kuştina Qasim Silêmanî, ji ber Covîd-19'ê giranbûna krîza aborî ya li Îranê, ji bo Israîlê dibe fersend ku hêza xwe ya leşkerî girantir bike.

Dema ku mirov li îdîayên Israîlê dinere tê dîtin ku Îran li dijî vê metodên nû pêş dixe.

ÊRÎŞA ÎRANÊ LI SER PERGALÊN SÎBER E

Li gel têkoşîna leşkerî ya di navbeyna du welatan de tê îdîakirin Îran cara pêşî bi êrîşa sîber pergala sivîl a Îsraîlê kiriye hedef.

Pêrşema bihurî rêveberiya Israîlê ewleheiyeke veşartî kir, tê gotin êrîşa sîber ya ku Îranê kiriye hatiye rojevê. Rêveberiya Israîlê îdîa dike 24-25'ê Nîsanê li dijî tora hîdrolîkê ya li welêt êrîşeke sîber bûye û rasterast Îranê ev êrîş aniye. Îdîa yekşemê televizyona bi navê 13'ê ragihand.

Tê gotin di êrîşa navborî de gelek pergalên avê bûne hedef lê ti ziyanek nehatiye ser. Lê ji ber ku sivîl bûye hedef tê gotin Israîl pir li ser vê êrîşê disekine. Li gorî Ely Karmon, yek ji pisporê stratejiyê ya li Israîlê ku ji rojnameya Le Poînt re axivî, diyar kir rêveriya Israîlê vê weke 'talokeyeke stratejîk' dibîne.

Her wiha tê îdîakirin êrîş di ser DYE'yê re bûye. Li gorî qenala Emerîkî Fox Newsê, ku cara pêşî wê ev êrîş ragihand, hackerên Îranî serverên komînîkasyonê yên DYE'yê bi kar anîne û wiha êrîş anîne.

Yek ji pisporê Enstîtûya Lêkolînên Ewlehiya Netewî (INSS) ya Israîlê Raz Zîmmt du welatn niha ketine nav şerekî sîber.