Têkildarî balafira li Îranê hate xistin hin kes hatine destgîrkirin

Piştî ku Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ragihand ku kesên berpirsyariya wan di xistina balafira 8'ê Çileyê de hene wê bên cezakirin, hin kes hatin destgîrkirin.

Rejîma Îranê li hêviyê ye ku bi daxuyaniya Hasan Rûhanî û destgîrkirinan nerazîbûna li welêt kêm bike. Ji dema ku artêşa Îranê li xwe mikur hat ku balafira rêwiyan a Ûkraynayê di 8'ê Çileyê de bi 'şaşitî' hate xistin, li welêt çalakiyên protestoyî hene.

Edaleta Îranê ragihand ku roja Sêşemê di çarçoveya lêpirsînan de hin kes hatine destgîrkirin. Lê belê hejmar nehate eşkerekirin û nehate ragihandin ku yên hatine destgîrkirin kî ne.

RÛHANÎ: BALA CÎHANÊ LI SER ME YE

Beriya destgîrkirinê Rûhanî ji qenaleke televîzyonê re axivî û destnîşan kir ku berpirsyarên di vê qezayê de rola xwe hene divê bên darizandin. Rûhanî got, "Her kesên divê bên cezakirin wê bên cezakirin." Rûhanî got, "Sîstema edlî divê dadgehek taybet a ji dadgerên payebilind û 12 pisporan pêk tê ava bike. Bala cîhanê li me ye."

Di 8'ê Çileyê de dema ku Îranê bi fuzeyan êriş bir ser baregehên Emerîkî yên li Iraqê, balafireke rêwiyan a Ûkraynayê ya bi tîpa Boeîngê ku ji Tehranê bi hewa ket, ketibû xwarê. Artêşa Îranê li xwe mikur hatibû ku balafir 'bi şaşitî' hatiye xistin. Rayedarên Îranê berê îdîa dikirin ku berpirsyariya wan di bûyerê de nîne.

Lê belê piştî ku Kanada û Îngilistanê ragihandin ku balafir bi fuzeya Îranê hatiye xistin, rejîma Îranê qebûl kir ku wan balafir xistine. Piraniya 176 kesên di qezayê de mirin welatiyên Îran û Kanadayê bûn. Piştî mikurhatina artêşa Îranê li gelek bajarên Îranê xwepêşandanên protestoyî dest pê kirin.

KANADA'YÊ DYE JÎ TAWANBAR KIR

Di serî de Kanada, Îngilistan, Ûkrayna, Swêd û Efganistan ku welatiyên wan di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dan gelek welatan ji Îranê xwestin ku lêpirsîneke zelal bimeşîne. Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû jî got, "Ez bawer im ku wê edalet pêk were." Trûdeaû di mijara xistina balafirê de DYE jî tewanbar kir. Trûdeaû ji qenala Global re axivî û diyar kir, civaka navneteweyî hem di mijara 'Pêwîstiya bi Îraneke bêyî nukleerê" û hem jî "Kêmkirina aloziya ku ji ber çalakiyên DYE'yê li herêmê rû didin" "pir pir zelal e."

Trûdeaû bal kişand ser 57 welatiyên Kanadayê yên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan û got, "Ez bawerim eger alozî û rageşiya li herêmê geş nebûya ew Kanadayî wê niha li malên xwe bi malbatên xwe re bûna."