Tê payîn bi mîlyonan koçberên li DYA bên dersînorkirin
Tê gotin, biryarên ji aliyê rêveberiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) tên girtin, nîşan didin ku wê bi mîlyonan koçberên bê destûr werin dersînorkirin.
Tê gotin, biryarên ji aliyê rêveberiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) tên girtin, nîşan didin ku wê bi mîlyonan koçberên bê destûr werin dersînorkirin.
Bi biryareke Wezîrê Ewlekariya Hundirîn John Kelly re, tê palnkirin ku 15 hezar kes ji bo li daîreyên koçber û ewlekariya sînor bixebitin, wê tevlî kar werin kirin. Ev yek jî tê wê wateyê, ku daxuyaniyên li ser dersînorkirina beşeke girîng a 11 mîlyon koçberên bê destûr ên li DYA, bikevin meriyetê.
Wezîr da xuyakirin, ku plana lêkirina dîwarê ji hezaran kîlometreyî yê li ser sînorê Meksîkayê dest pê kiriye.
Serokê DYA Donald Trûmp di 25'ê Çileyê de biryarnameyek weşandibû û ragihandibû, ku wê beşeke mezin a koçberên bê destûr ên li welêt werin dersînorkirin. Li gorî Wezareta Ewlekariya Hundirî, ev biryarname li ser koçberên bi rengekî bê destûr hatine, sûc kirine yuan jî 'xetere' tên dîtin, derbas dibe.
Li gorî nûçeyek di rojnameya New York Times de hat weşandin, xeteriya dersînorkirinê li ser bi mîlyonan koçberî heye.
Di biryarnameyeke din de ku di serdema Barack Obama de hat derxistin, koçberên bi rengekî bê destûr hatine û sûcên giran kirine, wê bihata dersînorkirin.
Li gorî biryarnameyên nû yên rêveberiya Donald Trûmp, hemû koçberên bê destûr ji sînorê Meksîkayê derbasî nava DYA bûne, bêyî bendemayînê wê yekser li vî welatî re bên vegerandin. Tê gotin, tenê zarokên bê destûr derbas bûne, wê li derveyî vê pêkanînê bin.