Tê gotin ku lîderên Haşdî Şabî li dijî DYE'yê bûn yek

Tê gotin ku hêzên Haşdî Şabî ji bo derxistina DYE'yê ji Iraqê biryar dan ku bibin yek.

Piştî ku generalê Îranî Qasim Silêmanî û berpirsyarê duyemîn ê hêzên Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs ji aliyê DYE'yê ve hatin kuştin, hêzên Haşdî Şabî û komên Şîa yên li Iraqê ku xwe ji hev vedigirtin, nêzî hev bûn. Hêzên Haşdî Şabî piştî kuştina Silêmanî û Muhendî bûn yek û ji bo hêzên biyanî yên li Iraqê li gorî biryara parlamenta Iraqê bên derxistin dest bi zextê kirin.

PIŞTÎ BIRYARA LI PARLAMENTÊ...

Ji ber ku hêzên Haşdî Şabî û Şîayên li Iraqê bûn yek û zext kirin, Parlamenta Iraqê di 5'ê Çileyê de li hev kom bû Û biryar da ku hêzên DYE û hêzên biyanî ji Iraqê bên derxistin.

Piştî vê biryarê, hêzên Haşdî Şabî dest bi kar kirin ku rewşa xwe ya parçebûyî ji holê rakin û bibin yek.

Di encama hevdîtinên navbera rêveberên komên Haşdî Şabî de tê gotin ku biryar hatiye girtin ku di mijara derxistina hêzên DYE'yê ji Iraqê, hêz hemû bûne yek.

Lîderê Tevgera Sadr Mûqteda es-Sadr, nûnerên Asaîb Ehl'ûl Hak, Tûgayên Seyîd Şûheda, Tevgera Nûceba û Seraya Selam a ser bi Sadr li bajarê Kûm ê Îranê li hev kom bûn.

ŞEMERÎ PIŞTRAST KIR

Berdevkê Tevgera Nûceba Nasr Şemerî têkildarî mijarê ji medya Iraqê re axivî û anî ziman ku di hevdîtinê de biryar hatiye girtin ku 'hêz bibin yek û koordînekirin' ji bo hêzên DYE bi temamî ji Iraqê vekişin.

Şemerî diyar kir ku pêkhateyên Haşdî Şabî firsend daye parlamentê û hikumetê ku bi rêyên dîplomatîk hêzên biyanî ji welêt derxînin.