Tê gotin ku li Koreya Bakur 120 hezar girtiyên siyasî hene

Li gorî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rêveberiya Pyongyangê zêdeyî 100 hezar kes ji ber nêrîna xwe ya siyasî girtî ye.

Li gorî rêveberiya DYA; li girtîgehên Koreya Bakur ji 80 heta 120 hezarî, girtiyên siyasî hene.

Li gorî îdîaya ku xwe dispêre Rapora Azadiya Olî ya 2017'an a Wezareta Karên Derve ya DYA, gelek girtî ji ber baweriyên xwe yên olî hatine girtin.

Di raporê de hate îdîakirin ku rewşa li girtîgehên Koreya Bakur 'tirsnak' e û li ser şert û mercên girtîgehan agahiyeke zelal nîne.

Rêveberiya Pyongyangê herî dawî sê hefte berê sê welatiyên DYA berdabû. Kesekî ku par li Koreya Bakur hate berdan û vegeriya DYA, hate îdîakirin ku ji ber êşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.