Talîbanê kemîn danî ber polîsan: Herî kêm 22 kes mirin

Li eyaleta Ferah a li rojavayê Afganîstanê, tevgera Talîbanê kemîn danî ber polîsan. Di êrîşê de herî kêm 22 polîs hatin kuştin.

Hate ragihandin, konvoya hêza polîsan li navçeya Laşe Joveynê ku li ser sînorê Îranê ye, kete kemînê.

Berdevkê polîsan Mûhebûllah Mûheb êrîş piştrast kir, lê agahiyên berfireh neda. Li gorî rayedarekî din ê herêmî, 22 cenazeyên polîsan rakirin nexweşxaneya eyaletê.

Berdevkê Talîbanê Karî Yûsûf Ahmedî jî ragihand ku di êrîşê de 25 polîs hatine kuştin, 4 wesayit jî bi temamî hatine rûxandin. Berdevkê Talîbanê her wiha diyar kir ku gelek çek hatine bidestxistin.

Rayedarên Afgan li ser êrîşên li dijî hêzên ewlekariyê êdî daxuyaniyên berfireh nadin.

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê James Mattîs beriya niha bi demeke kin daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku windahiya hêzên ewlekariyê di nava mehekê de nêzî 500 e. Lê belê gelek rayedarên Afgan dibêjin, hejmara rastî gelekî zêdetir e.

DYA'yê jî ji bo danûstandinên aştiyê yên bi Talîbanê re hewldanên xwe yên dîplomatîk zêde kir.