Talîbanan kemîn danî, 30 leşkerên Efgan hatin kuştin
Li eyaleta Badgîsê ya Efganîstanê Talîbanan kemîn danî û 30 leşkerên Efgan hatin kuştin.
Li eyaleta Badgîsê ya Efganîstanê Talîbanan kemîn danî û 30 leşkerên Efgan hatin kuştin.
Talîbanan piştî agirbesta 3 rojan a ji bo cejna Remazanê li dijî hêzên Efgan çalakiyek kirin. Li gorî jêderên herêmî 30 ji endamên hêzên Efgan hatin kuştin.
Beriya Talîbanan hikûmeta Efgan agirbesta yek alî ragihandibû. Piştî ku agirbest Çarşemê qediyabû hikûmetê agirbest ji bo 10 rojên dî jî dirêj kir.
Destûr dan ku şervanên Talîban li gelek bajaran tevlî pîrozkirina cejnê bibin.