Talîban û Pekîn bazariya çi dikin?

Heyeteke Talîbanê ku serdana Çînê kir, bi rayedarên payebilind ên Çînê re hevdîtin kir.

Berdevkekî Talîbanê daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) û diyar kir ku heyetek ji Talîbanê bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê û berpirsyariyên payebilind ên wezaretê re hevdîtin kiriye.

Serdana ku roja Sêşemê dest pê kir û wê du rojan dewam bike, ji aliyê heyeta ji 9 kesî ya Talîbanê ve tê kirin ku ji berpirsyarên sereke yên Talîbanê Abdul Ganî Baradar pêşengiyê jê re dike.

Berdevkê Talîbanê Mûhamed Naîm diyar kir ku heyetê bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî, Alîkarê Wezîrê Karên Derve û nûnerê taybet ê Çînê yê ji bo Efganistanê re hevdîtinê cuda kir.

Berdevk eşkere nekir ku hevdîtin li ku çê bûye. Naîm diyar kir ku Talîbanê garantî daye Çînê ku xaka Efgan wê bi ti awayî li dijî ewlekariya welatekî neyê bikaranîn.

Li gorî Naîm rayedarên Çînê jî gotin, "Wê tevlî karên navxweyî yên Efganan nebin, soz dane ku wê alîkariyê bide çareseriya pirsgirêkan û aştiyê."

TALÎBAN AMADEKARIYÊ DIKE LI DESTHILATDARIYÊ VEGERE

Ji meha Gulanê dema destpêkirina vekişîna fermî ya DYE'yê û vir ve Talîban ji her eniyê ve dest bi êrişê kiriye. Hêzên Emerîkî hema bêje vekişîna xwe temam kirine.

Hêzên Efgan ku nikare berxwedaneke xurt nîşan bide, ji bilî paytext Kabûlê paytextên eyaletên din kontrol dike. Navçe û qadên bejahî jî di kontrola Talîbanê de ne. Talîban îdîa dike ku ji sedî 90 ê xaka welêt kontrol dike. Hikumeta Efgan jî dibêje ku ev yek "derew e."

Welatên cîran jî ji niha ve xwe li vegera Talîbanê amade dikin. Di navbera Çîn û Efganistanê sînorekî biçûk ê ji 75 kîlometreyî, lê bi bilindahiya 5 hezar metreyî heye. Ti rê ji vir derbas nabe. Rêveberiya Pekînê li hemberî rîska kaosê ya li Efganistanê, ji Îlona 2019'an û vir ve danûstandinan bi Talîbanê re dike. Tê gotin ku şertê Çînê jî ew e ku Tevgera Îslamî ya Tirkistana Rojhilat a Ûygûran (Mîto) nikaribe xaka Efganistanê bi kar bîne. Li dijî Ûygûran pêkanîna Çînê li ser masê ye. Li gorî çavdêrên siyasî Talîban amade ye ku vê bazariyê qebûl bike.