Talîban li ber çavên xelkê 27 kes dan ber qamçiyan

Li Efxanistanê 27 kes li ber çavên gel hatin qamçîkirin.

Li bajarê Çarîkar ê navenda eyaleta Parvanê ya li rojavayê Efxanistanê, 19 mêr û 8 jin bi biryarên dadgehên şerîetê hatin qamçîkirin.

Di daxuyaniya ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat dayîn de sûcên van kesan wiha hatin rêzkirin: “Sodomî, Zîna, şahidiya derewîn, sefahet, reva ji mala xwe ya jî dizî, firotina tiryakê.“

Dadgeha Bilind îdia kir ku bêyî zor li sûcdaran were kirin sûcdar li xwe mikur hatine.

Ev kesên birin cihê listîna gogê ya bajêr, li ber çavên bi hezaran kesan hatin qamçîkirin. Gava qamçîkirinê ji nava xelkê dengê “Elahû Ekber“ bilind bû.

Roja Çarşemê jî yek hat bidarvekirin. Ji roja ku desthilatdarî ketiye destê Talîbanê, ev bidarvekirina yekemîn a bi fermî ye.