Talîban jiyanê li jinan diherimîne: Vê carê jî karkirina jinan li rêxistinên sivîl qedexe kir
Talîban a ku li Efganistanê sînorkirina maf û azadiya jinan didomîne, vê carê jî karkirina jinan di saziyên sivîl ên herêmî û biyanî de qedexe kir.
Talîban a ku li Efganistanê sînorkirina maf û azadiya jinan didomîne, vê carê jî karkirina jinan di saziyên sivîl ên herêmî û biyanî de qedexe kir.
Talîbana ku li Efganistanê dest danî ser rêveberiyê, qedexeyek nû ya li ser jinan anî rojevê.
Bi biryarnameyeke ku ji aliyê Wezareta Aboriyê ya Talîbanê ve hat dayîn, jin di saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî de karkirina wan hate qedexekirin.
Di meha Mijdarê de jî ketina park, baxçe, werzîşxane û hemamê li jinan hatibû qedexekirin.