Talîban ji DYE'yê xwest ku 'zêdetir' alîkariyê bidiyê

Talîban ya ku Efganistan teslîmî wê kirin soza alîkariyê ya bihayê 1,2 milyar dolarî ya civaka navnetewî slav kir û ji DYE'yê xwest ku zêdetir 'comerd' be.

Piştî peymana bi DYE'yê re ya Sibata 2020'an a li Dohayê, Talîban a ku Efganistan radestî wê hate kirin, soza alîkariya mirovî ya bihayê 1,2 milyar dolarî ya civaka navnetewî slav kir.

Emîr Xan Mutakkî, ku anîne ser Wezareta Karê Derve ya rejîma Talîban, got ew ê vê alîkariyê bidin mirovên pê hewce.

Mutakkî di daxuyaniyê de çapemeniyê de her wiha bang li Emerîkayê kir û got, ''Emerîka dewleteke mezin e, divê comerdbûna xwe nîşan bide.''

Neteweyên Yekbûyî ji welatên alîkarîxwaz soza 1,2 milyar dolarî stand. Armanc ji vê alîkariyê ew e ku ev alîkarî bigihije ber destê 14 milyon kesên pê hewce. Ev alîkarî er wiha ji bo diyaloga Talîban û civaka navnetewî bibe amûr.