Swîsre: Tirkiye hiqûqa navneteweyî bin pê dike

Konseya Federal a Swîsreyê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye li dijî hiqûqa navneteweyî tevdigere.

Konseya Federal a Swîsreyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên xwe hiqûqa navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî bin pê dike.

Konseya Federal banga sekinandina operasyonê û dîtina çareseriya siyasî li Tirkiyeyê kir.

Konseya Federal diyar kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê 210 hezar sivîlan ji neçarî koç kirine û divê mafên wan ên bingehîn ên van sivîlan were mîsogerkirin.

Gelek sazî, dezgeh û partiyên Swîsreyê bi daxuyaniyên xwe banga ‘sekinandina dagirkeriyê kirin’ û bal kişandin ser vî tiştî ku ew piştgiriya gelê Kurd dikin.