Swêdê ji ber Efrînê rexne li Tirkiyeyê girt
Hikumeta Swêdê di deklarasyona xwe ya sala 2018’an a polîtîkaya derve de, nêzikatiya dewleta Tirk a li Kurdan û êrîşên li Efrînê rexne kir.
Hikumeta Swêdê di deklarasyona xwe ya sala 2018’an a polîtîkaya derve de, nêzikatiya dewleta Tirk a li Kurdan û êrîşên li Efrînê rexne kir.
Îro ji aliyê Wezîra Karê Derve ya Swêdê Margot Wallstrom ji raya giştîr re deklarasyona hate eşkerekirin û hate gotin ku ‘Pêşveçûnên li Tirkiyeyê û şerê li dijî Kurdan me dixe nav fikaran.’
Di deklarasyonê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Pêşveçûnên têkildarî mafên mirovan, hurmeta li hemberî rêgezên dewleta hiqûqê û rewşa medyayê mirovan dixe nav fikaran. Ji ber vê jî divê hevdîtinên aştiyê yên ji bo çareserkirina doza Kurdan ji nû ve were destpêkirin.”
A niha deklarasyona hikumetê li parlementoyê tê nîqaşkirin.